Îstîxbarata Danîmarkayê îdîa kir ku Rûsyayê li hemberî şîrketên parastinê yên Danîmarkî yên ku alavên leşkerî ji Ûkraynayê re peyda dikin, dest bi operasyonên sabotajê kiriye. Moskowê sûcdarî red kir.
Li gorî Christensenê, Moskow êdî berê xwe dide wan hedefan ku karibe yekser bandorê li xeta eniyê ya li Ûkraynayê bike. Şîrketên ku alavên leşkerî hildiberînin jî hedefa sereke ne.
Rayedara PET’ê diyar kir ku wan tespît kirine ku biharê operasyonên ji Rûsyayê hîn bi amadekarî û plankirî hatine kirin û ji destpêka havînê û pê ve jî hewldan bêhtir şênber bûne.
Çavkanî: ANF Kurmancî