Yuksel Genç nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar Mehmet Ûçûm ên li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Daxuyaniya Ûçûm fikarên welê bi xwe re tîne ku nîşan dide, desthilatdarî naxwaze PKK bi rastî jî çekan dîne.”
Du sal piştî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û du meh piştî Qanûna Çarçoveyê di meclîsê re derbas bû, desthilatdariyê gavên pêwîst hîn jî neavêtiye û vê yekê Tevgera Azadiyê ya Kurd nerehet kiriye. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Rêveberiya Tevgerê careke din destnîşan kirin ku divê weke sermuzakerevanê pêvajoyê statuya siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were naskirin û bigihije azadiya xwe, ev yek xeta wan a sor e. Lê belê piştî van daxuyaniyan Serşêwirmendê Serokkomar û Serokwekîlê Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomar Mehmet Uçum têkildarî statuya hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt îfade kir: “Statuya wî ya hikûmxwarinê jî nayê guhertin, pêvajoya înfazê jî nayê rawestandin. Em bêjin ku Ocalan di Komîsyona Çekdanîn û Siyasîbûnê de weke koordînatorek hate wezîfedarkirin. Ev wezîfedayîn li ser esasê perspektîfa yekbûna bi dewlet û civakê re ji bo rola xwe ya tasfiyekirina terorê bi cih bîne derfetê xebatê dide, ji dervey vê tiştekî din nîne.”
Ji Koma Aştiyê ya 1999’an Koordînatora Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî rojnamevan Yuksel Genç têkildarî daxuyaniya Uçum ji ANF’ê re nirxandin kir û got, “Daxuyaniya Uçum nîşan dide ku mesafeya navbera tevgera Kurd û aliyê desthilatdariyê çiqasê zêde ye. Hin kesên mîna Uçum li ser navê desthilatdariyê diaxivin, têkildarî vê yekê ji berpirsyariyê direvin û gotinên wan ên wiha niyeta baş a siyaseta Kurd jî suîstîmal dike.”
Çavkanî: ANF Kurmancî