3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Dayîk li Meclisê axivîn: Werin destê xwe bidin destê Birêz Ocalan

💡 HABERİN ANATOMİSİ

NAVENDA NÛÇEYAN — Dayîka Aştiyê Muzzeyen Butun a di komcivîna DEM Partiyê de bal kişandiye ser çalakiya xwe ya li Enqereyê û got: “Hatina me ya li vir pir bi wate ye. Em ji bo aştiyê hatin. Werin destê xwe bidin destê Birêz Ocalan.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Muzzeyen Butun bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Enqereyê.
  • Butun destnîşan kir ku Birêz Ocalan hemû gavên pêwîst avêtine lê ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin.
  • Dayîkên Aştiyê bang li Serokkomar, Devlet Bahçelî û hemû partiyên siyasî kirin ku gavên aştiyê biavêjin.

Daxwaza Gavên Şênber ji bo Aştiyê

Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Muzzeyen Butun a bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber werin avêtin hatiye Enqereyê û tevlî komcivîna DEM Partiyê bû û li vir axivî. Muzzeyen Butun anî ziman ku ew bi daxwaza avetina gavên şênber hatine Enqereyê û wiha axivî: “Ji me bipirsin bêjin ‘Çima hûn hatin?’ Xwezî me bigota; ‘Me ji bo kêfxweşiyê serdana meclisê kiriye.’ Lê ev dayîk hemû dayîkên bi êşin. Di şerê 50 salî de zarokên xwe winda kirine. Birêz Ocalan hemû gavên pêwîst ji bo pêvajoyê avêt û berpirsyarî girt. Lê li rex van gavan, ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatiyê avetin û gav navêje. Çawa li meclise destura şer derdiket, îro jî cihê çareserî û aştiyê ye. Dema dayîk tevî êş û hemû neheqiyê bi rê ketine û hatine di serî de ji birêz Serokkomar, Birêz Devlet Bahçelî û hemû partiyên siyasî re dibêjin ‘gav biavejin’. Heke li rex gavên birêz Ocalan dewlet jî gavên pêwîst biaveje dê aştî û aramî were. Heke gav neaveje û dê welat bibe dojeh, em ê bi hev re bişewitin.”

Mîmarê Pêvajoyê Birêz Ocalan e

Muzeyyen Butun bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re û wiha pêdê çû: “Werin destê xwe bidin destê Birêz Ocalan. Mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalane. Bi Birêz Ocalan re vê pêvajoyê li ser bixin da k”

Pêşeroja Bûyeran

Dayîkên Aştiyê bi daxwaza aştiyê, azadiyê û avetina gavên şênber ên ji aliyê dewletê ve bangên xwe yên li Meclisê û li qadan didomînin, balê dikişînin ser rola sereke ya Birêz Ocalan di pêvajoyê de.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse