13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê têkildarî tevlîbûna xwe ya ji bo Pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de dayikan girêdanbûna xwe ya bi Pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ piştrast kir.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dadgeha rejîma Îranê ya ne adil rojane cezayê bidarvekirinê yê komî yên bê bingeh dide girtiyên siyasî û sivîlan û got: “Her roja diçe siha rejîma darvekar li ser serê girtiyan girantir dibe.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse