Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bunyamîn Şeker anî ziman ku wê li gorî daxwaz û rexneyên di civînên gel de hatin bilêvkirin nexşerêyekê amade bikin û got, “Yek ji şertên bingehîn ên serketina vê pêvajoyê civakîbûna pêvajoyê ye.”
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi armanca civakîbûna pêvajoya aştî û çareseriyê bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” li bajarên cuda civînên gel lidar dixe. Di van civînan de ku endamên rêveberiya partiyê, hevserok, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclîsa Partiyê beşdar dibin, li gelek bajarên Kurdistanê dewam dikin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bunyamîn Şeker têklidarî çarçoveya karên xwe axivî û diyar kir ku ev civînên gel ne tenê lidarxistin civînan e. Bunyamîn Şeker diyar kir ku kar ne tenê rojekê ye, li gelek nuqteyên bajêr bernameyên berfireh tên emeşandin û anî ziman ku bi rêya van bernameyan ew dixwazin xwe bigihînin her beşê û gotina aştiyê bi gel re ava bikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî