KELAR — Dikandar û kasibkarên navçeya Kelarê ji ber bilindbûna nirxê dolar û bihabûna kelûpelên li bazarê de bi fikarin û gotin: “Giranbûna nirxê kelûpelan bargiranî ji bo welatiyan û me jî çêkiriye. Desthilatdar hemû bazirganin û tenê xelkê hejar ziyanê ji vê rewşê dibîne.”
- Piştî daketina nirxê dînar li beramberî nirxê dolar, di bazaran de nirxê hertiştî giran bûye.
- Bazirgan û dikandar dibêjin ku ji ber bilindbûna nirxê dolar, ew nikarin kelûpelan bikirin û firotina wan kêm bûye.
- Welatî û dikandar daxwaza kêmkirina nirxê dolar dikin da ku rewşa bazarê baştir bibe.
Bandora Bilindbûna Dolar li ser Bazarê
Piştî daketina nirxê dînar li beramberî nirxê dolar, di bazaran de nirxê hertiştî giran bûye. Ev rewş jî li ser welatiyan bargiraniyê çêkiriye û bandorek nerênî li ser asta debarê û hêza kirînê ya xelkê çêkiriye. Di derbarê mijarê de dikandarên navçeya Kelarê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
Nêrînên Dikandaran: Em Nikarin Kelûpelan Bikirin
Dikandarê bi navê Ramyar Fazil diyarkir ku ji ber bilindbûna nirxê dolar, nirxê kelûpelan gelek giran bûye û got: “Em nikarin bi vî nirxê giran yê niha kelûpelan ji bazirganan bikirîn. Rewş wisan lêhatiye ku em tiştên xwe nefiroşin. Kiryar gilî dikin ku nirxê kelûpelan giran bûye. Ev giranî ne bi destê me ye, nirxê niha li gor yê berê gelek giran bûye û emjî neçarin ku nirxê wan zêde bikin. Vê yekê hem ji bo welatiyan hem jî ji bo me bargiraniyê çêkiriye. Ji berku hem firotina me û hem jî kirîna welatiyan kêm dibe.”
Ramyar Fazil da zanîn ku wek dikandar ew daxwaza kêmkirina nirxê dolar dikin û got: “Ger bi vî rengî nirxê dolar bilind bimîne, wê ti sûdê karkirina di bazarê de nemîne.”
Pêşeroja Bûyeran
Dikandarê bi navê Mihemed Hesen jî li ser bilindbûna nirxê dolar û giraniya kelûpelan destnîşan kir ku bilindbûna nirxê dolar û giranbûna kelûpelan a di bazaran de, piştî şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê zêdetir bûye û ev yek jî bandorake neyînî li ser hemû qadên jiyanê kiriye.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî