Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku serdana Rojava kir got, “Em ê têkilî û serdanên xwe dewam bikin. Ev serdana me ya destpêkê bû û gelekî bi wate bû.”
Şandeya Bakurê Kurdistanê ku ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr, Hevşaredara Yenîşehîrê ya Amedê Safiya Aladag, Hevşaredara Farqînê ya Amedê Sevîm Bîçîçî, Hevşaredara Tetwanê ya Bedlîsê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr pêk tê, serdana Kobanê kir.
Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûbû, li bajarê Kobanê ewil serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir. Pêşwazî li navenda PYD’ê hat kirin. Piştre şande berê xwe da şaredariya bajêr. Vê sibehê jî gera şandeyê careke din dest pê kir, ewil berê xwe da navenda Kongra Star. Piştre berê xwe da zanîngeha bajarê Kobanê û piştî wê jî berê xwe dan cihê Rêveberiya Herêmê. Piştre berê xwe da Muzexaneya Kobanê, qada jina azad, malbatên şehîdan, Goristana şehîdan û herî dawî Girê Miştenûrê.
Çavkanî: ANF Kurmancî