Konferansa Kurd ku ji aliyê EUTCC ve cara 20’emîn hate lidarxistin, bi 20 daxwazên ji bo aştî û demokrasiyê bi dawî bû.
Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) bi hevkariya Koma Çep, Tifaqa Kesk/Ewropa ya Azad (GREENS/EFA) û Tifaqa Pêvşerû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) cara 20’emîn li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê di 14-15’ê Cotmehê de lidar xist.
Encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” hate eşkerekirin û hate ragihandin ku konferans bi serketî qediya.
Çavkanî: ANF Kurmancî