21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Di 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ya têkildarî binpêkirinên mafên zarokan, di nav 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan çêbûne û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê binpêkirinên mafên zarokan ên di 6 mehên destpêka salê kom kir. Li gorî rapora ku hatiye amadekirin, di nav 6 mehan de bi giştî 344 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 326 ji ber sedemên ku dikaribûn pêiya wan bê girtin, 18 jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara zarokên ku rastî sûcên zayendî, tundî û birîndarkirina giran hatine 224 e, lê hejmara giştî ya zarokên ku mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin û mexdûr bûne wekî 568 hat qeydkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse