Di “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” de ya li Amedê li dijî komkujiya jinan tê meşandin, berdana bersûcên di doza destavêtinê ya li Sêweregê de hate şermezarkirin.
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li pêşiya Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” da destpêkirin. Hevşaredarên Navçeyên Amedê, rêveberên partiyên siyasî, komeleyên jinan, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li nobedê bûn. Nobed dê 10 hefteyan bidome. Di nobedê de pankarta “Jin Nobeda Edelet û Bîrê Digrin” hate vekirin. Jinan di nobedê de bênavber dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Bijî Têkoşîna Jinan” berz kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Rêveberiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mervan (ÎHD) a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.
Çavkanî: ANF Kurmancî