13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

‘Dijberiya jiyana hevpar binpêkirina prensîbên ola Îslamê ye’

Serokê Şaxa Germiyan ê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê Idrîs Jaleyî ragihans ku ew kesên ku hewla têkbirina jiyana hevpar didin, karê wan li dijî prensîbên ola Îslamê ye û got: “Pêxemberê Îslamê li bajarê Medîneyê di navbera hemû ol û neteweyan de ‘Peymana Medîneyê’ îmze kir daku hemû bi hev re di nava aştiyê de bijîn.”

Aştî û jiyana hevpar nirxên mirovî yên pir girîngin, ev nirx di hemû olan de wekî xalên sereke hatine qebûlkirin daku civak, netewe û olên cuda ji şer û nakokiyan dûr bikevin. Di ola Îslamê de jî girîngiya “Peymana Medîneyê” heye ku naveroka wê behsa dayîna mafên hemû netewe û olên cuda dike û teqezî li ser jiyana hevpar dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran behsa nûkirina vê peymanê kiriye ji bo nehiştin û guhertina hişmendiya şer û tundrewiyê, her wiha ji bo pêşxistina jiyana aştiyane ya gelên herêmê wekî çareseriyekê aniye ziman. Derbarê vê mijarê de, Serokê Şaxa Germiyan ê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê Mamoste Idrîs Jaleyî ji ajansa me re axivî.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse