Dilar Dîrîk anî ziman ku karên Jineolojiyê di nava 12 salên dawî de veguherîneke girîng kir û got, “Destpêkê me hewl didan fêhm bikin bê Jineolojî çi ye. Îro jî em nîqaş dikin bê jiyanê çawa biguherînin.”
Dilar Dîrîk ku beşarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû, ku bi dirûşma “Di avakirina jiyana komînal û demokratîk de rola Jineolojiyê” li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, pêşketina Jineolojiyê li Ewropayê, têkiliya wê bi têkoşîna azadiyê ya jinê re û rola ku divê di dema nû de pê rabe, ji ANF’ê re nirxand.
Dilar Dîrîk anî ziman ku karên Jineolojiyê bi konferansa destpêkê ya sala 2014’an a li Kolnê re li Ewropayê gihîşt qonaxeke girîng û diyar kir ku di nava 12 salên derbasbûyî de hem çarçoveya kar hem jî naveroka nîqaşê guherî ye.
Çavkanî: ANF Kurmancî