Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara doza Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya di sala 2020’an de bêyî gumanên maqûl hebe hatibû girtin da û dauyand ku Tirkiyeyê mafê azadî û ewlehiyê binpê kiriye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di doza aktîvîsta mafên jinan û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya di sala 2020’an de hatibû girtin Tirkiye mehkûm kir. Dadgehê destnîşan kir ku rayedarên Tirkiyeyê di navbera çalakiyên Adalet Kaya û “endamtiya rêxistinê” de têkiliyek nedîtiye û bi yek dengî biryar da ku xala 5’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin.
Adalet Kaya ya ku seroka Komeleya Jinan a Rosayê ya navenda wê li Amedê ye, di 22’yê Gulana 2020’an de bi îdiaya ku têkiliya wê bi PKK û KCK’ê re heye hatibû binçavkirin. Rojek şûnde bi sûcdariya “endamtiya rêxistina çekdarî” hat girtin. Adalet Kaya dema ku li benda darizandinê bû, di 18’ê Tebaxa 2020’an de hat berdan.
Çavkanî: ANF Kurmancî