Xelata Aboriyê ya Nobelê ya 2026’an ji ber xebatên têkildarî aramiya makroaborî û mîkroaboriyê dan dan aborîzanên DYE’yî Robert E. Hall û Michael Woodford.
Akademiya Zanistiyê ya Keyaniya Swêdê roja Duşemê da zanîn ku aborîzanên DYE’yî Robert E. Hall û Michael Woodford hêjayî Xelata Aboriyê ya Nobelê ya 2026’an hatine dîtin. Xelat, ji ber xebatên têkildarî têkiliya di navbera biryarên aborî yên takekesî û aramiya giştî ya aboriyê de di navbera her du aborîzanan de hate parvekirin.
Robert E. Hall ê li Zanîngeha Stanfordê profesor e, li gel lêkolînên xwe yên li ser lêçûnên mezêxeran, xebitandin, enflasyon û guherînên aborî tê naskirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî