AMED — Wêjeya berxwedanê, wekî berhemên wêjeyî yên ku di nav têkoşîna li dijî pergalên siyasî yên zordar, dagirkerî, mêtingerî, hegemonya çandî û şêweyên din ên serdestiyê de pêk tên, balê dikişîne ser bilindkirina dengê civakên bindest û xurtkirina têkoşîna kolektîf.
- Min dixwest ji te re bigota çîroka bilbilekî mirî: Gotinên bi bandor ên Samih El-Qassim.
- Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê (1987) di warê edebiyata postkolonyal de yek ji metnên bingehîn e.
- Di berhemê de behsa nivîskarên wekî Ghassan Kanafani, Ngũgĩ wa Thiong’o, Mahasweta Devi, Mahmoud Darwish û Pablo Neruda tê kirin.
Lêvên Jêkirî û Dengê Berxwedanê
“Min dixwest ji te re bigota / Çîroka bilbilekî mirî / min dixwest ji te re bigota ew çîrok… / Heger wan lêvên min jênekiribûna” Samih El-Qassim – Lêvên Jêkirî. Ev gotin û gelek berhemên din bingehê têgihîştina edebiyata berxwedanê pêk tînin ku armanca wê ya sereke bilindkirina dengê civakên bindest, zêdekirina hişmendiyê li dijî zordestiyê û xurtkirina têkoşîna kolektîf e.
Pirtûka Pêşeng a Barbara Harlowê: Edebiyata Berxwedanê (1987)
Edebiyata Berxwedanê (1987) ya Barbara Harlowê, di warê edebiyata postkolonyal de yek ji metnên bingehîn e û rê li ber gelek lêkolînên din ên di warê têkiliya di navbera wêje, berxwedan û siyasetê de vekiriye. Ev berhem di warê peywendiyên di navbera edebiyat û siyasetê de xebateke pêşeng tê hesibandin. Di vê berhemê de Harlow li ser wêjeya berxwedanê ya li welatên Cîhana Sêyem disekine û rola wêjeyê di têkoşîna li dijî mêtingeriyê û serdestiya çandî de bi berfirehî analîz dike.
Nivîskarên Cîhana Sêyem û Tevgerên Rizgarîxwaz
Harlow berhemên nivîskarên ji welatên cuda yên Afrîka, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn dinirxîne û giringiya wan di pêvajoya azadiya bindestan de nîşan dide. Ew, behsa nivîskarên wekî Ghassan Kanafani (Fîlîstîn), Ngũgĩ wa Thiong’o (Kenya), Mahasweta Devi (Hindistan), Mahmoud Darwish (Fîlîstîn), Pablo Neruda (Şîlî) yên di bin bandora mêtingeriyê de mane dike. Ev lêkolîn ji bo peywendiya di navbera wêje û siyasetê de, bi taybetî di konteksta têkoşîna li dijî mêtingeriyê de referanseke giring e.
Pêşeroja Bûyeran
Barbara Harlow di vê pirtûkê de têgeha “wêjeya berxwedanê” pêşniyaz dike ku ev têgeh behsa berhemên wêjeyî dike ku di nav tevgerên rizgarîxwaz ên neteweyî de hatine afirandin û wek amrazekî siyasî tên bikaranîn.
Çavkanî: Çandname