Enternayonalîst a Îtalî Anna R., ragihand ku divê jinûve xwedî li têgînên aştî û demokrasiyê bê derketin û işaret bi girîngiya jiyana komînal û azadiya jinê kir. Anna R. destnîşan kir ku azadî bi têkoşîna hevpar dikare bê afirandin.
- Endamên Komîsyona Dîplomasiyê ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Heyeta Ciwanên Enternasyonal 9’ê Cotmehê ji bo dîtina Rêber Apo serî li Wezareta Dadê dan.
- Heyat ji ciwanên enternasyonalîst ên ji 8 welatên cuda pêk hat.
- Anna R. diyar kir ku yek ji nuqteyên paradîgmaya Rêber Apo ya ku herî zêde bandor lê kir, derfetê avakirina jiyaneke alternatîf e.
Serdana Ji Bo Rêber Apo û Nirxandinên Enternasyonalîstan
Endamên Komîsyona Dîplomasiyê ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Heyeta Ciwanên Enternasyonal 9’ê Cotmehê ji bo dîtina Rêber Apo serî li Wezareta Dadê dan. Di nava heyetê de ku ji ciwanên enternasyonalîst ên ji 8 welatên cuda pêk hat, jin a ciwan a Îtalî Anna R. têgînên aştî û demokrasiyê, nêzîkatiya mirovên li Ewropayê ya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, komîn, sosyalîzma demokratîk û bandora Tevgera Jinên Kurd a li jinên li seranserê cîhanê vegot.
Bandora Paradîgmaya Rêber Apo
Anna R. diyar kir ku yek ji nuqteyên paradîgmaya Rêber Apo ya ku herî zêde bandor lê kir, derfetê avakirina jiyaneke alternatîf e û got, ‘Dema ku min paradîgmaya Rêber Apo û aliyê wê yê avakirina alternatîfekê keşif kir, min hîs kir ku dikarim azad bibim û mirovên din jî azad bibin. Ji ber ku paşeroj di destê me de ye.’ Anna R. destnîşan kir ku divê jinûve xwedî li têgînên weke aştî û demokrasiyê bê derketin ku sîstemê ji mirovan dûr xistiye û got, ‘Bi dîtina min divê hin têgîn jinûve bêne pejirandin; weke aştî û demokrasiyê. Ev têgîn nirxên mirovan e. Bi giştî li cîhanê û li Ewropayê sîstema hegemonîk ev nirx ji mirovan dûr xistiye. Têgînên aştî û demokrasiyê manîpule kir.’
Pêşeroja Bûyeran
Anna R. bal kişand ser dengvedana Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Ewropayê û got, ‘Em zanin ku li Ewropayê niha şerekî global heye. Dibe’
Çavkanî: ANF Kurmancî