SILÊMANÎ-ROJNEWS — Bijîşkê hestî û şikestinê Werzêr Fetah bal kişand ser nîşaneyên ji bo agahdarbûna lewazî û têkçûna hestiyên mirovan û diyar kir ku ev yek zêdetir di aliyê jinan de derdikeve pêş û sedemê vê jî bi guherîna hormon û şêwazê jiyanê ve girêda û got: “Kontrolkirina pêşwext pir girînge.” Li gorî amarên gerdûnî, zêdetirî […]
- Zêdetirî 200 milyon kes ji şikestina hestî êşê dikişînin û salane nêzîkî 9 milyon bûyerên şikestinê diqewimin.
- Her 3 çirkeyan şikestinek çêdibin û ev bûyer ji her 3 jinên ji 50 salî û şûn ve 1 û ji her 5 mêran 1 bi serî tê.
- Şikestin û têkçûna hestî di nav jinan de ji sedî 34 heta 37’an tê texmînkirin û ev yek li gorî ya mêran zêdetire.
Bijîşkê hestî û şikestinê Werzêr Fetah axivî
Bijîşkê hestî û şikestinê Werzêr Fetah bal kişand ser nîşaneyên ji bo agahdarbûna lewazî û têkçûna hestiyên mirovan û diyar kir ku ev yek zêdetir di aliyê jinan de derdikeve pêş û sedemê vê jî bi guherîna hormon û şêwazê jiyanê ve girêda û got: “Kontrolkirina pêşwext pir girînge.” Têkildarî vê mijarê Şêwirmendê Nexweşiya Hestî û Şikestinan Dr. Werzêr Fetah, li ser sedem, cûreyên enfeksiyonê û rêbazên parastinê, ji ajansa me Rojnewsê re axivî.
Du cûreyên pirsgirêkên şikestinê yên hestî hene
Di derbarê sedemên şikestin û têkçûna hestî de, Dr. Werzêr Fetah ev got: “Du cûreyên pirsgirêkên şikestinê yên hestî hene. Yek jê şikestinên hestî ye ku piştî temenê 56 salî çêdibe, cûreya duyem jê re tê gotin osteomalasya an nermbûna hestî ku dibe sedema hemû laş biêşe. Ev yek nîşaneya hişyariyê ye ku divê nexweş zû serdana bijîşk û dest bi dermankirinê bike.” Têkildarî sedemên şikestina hestî Dr. Werzêr Fetah diyar kir ku hinek ji wan destpêkin, hinek jî bi sedemên derve ve girêdayî ne û wiha domand: “Cûreya yekem zêdetir di jinan de çêdibe ku ji ber kêmbûna hormonane. Ev yek jî dibe sedema kêmbûna pêvajoya çêbûna hestî. Her wiha hi
Pêşeroja Bûyeran
Li gorî amarên gerdûnî, zêdetirî 200 milyon kes ji şikestina hestî êşê dikişînin û salane nêzîkî 9 milyon bûyerên şikestinê diqewimin; li gorî vê her 3 çirkeyan şikestinek çêdib. Ev bûyer ji her 3 jinên ji 50 salî û şûn ve 1 û ji her 5 mêran 1 bi serî tê. Şikestin û têkçûna hestî di nav jinan de ji sedî 34 heta 37’an tê texmînkirin û ev yek li gorî ya mêran zêdetire.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî