22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Ez diçim, hineyê li destê min bidin

Jînda ku bi eşkere got, wê tevlî karên ciwanan bibe, hat malê û ji xwişk û birayên xwe re got, ‘Ez diçim, hineyê li destê min bikin’. Jînda ku hine anî û li destê xwe kir, serê sibehê ji malê derket.

Pêvajoya ku piştî Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an dest pê kir, tevî kêmasiyan jî didome. Yek ji biryara kongreya xwefesixkirina PKK’ê, gerîlayên ku di dem û cihên cuda şehîd bûne lê belê ji ber şert û mercên şerî nasnameyên wan nehatin eşkerekirin, di hefteya dawîn a meha Tebaxê de êdî li gel raya giştî hatin parvekirin.

Di nava demeke kurt de eşkerekirina bi sedan nasnameyên gerîlayên şehîd, li ser gelê Kurd bandoreke manewî ya kûr kir. Nasnameyên hatin eşkerekirin, careke din nîşan dan ku şerê qewimî çi qasî mezin bû. Di serî de malbatên şehîdan Kurdistanî xwedî li xizmên xwe yên şehîd derketin û li gelek deverên Kurdistanê û li Ewopayê merasîmên sersaxiyê û bibîranînê hatin lidarxistin. Di axaftinên van merasîman de di serî de malbatên şehîda kesên beşdar dibûn, anîn ziman ku ew bi xizmên xwe serbilind in û ew ê têkoşîna wan bidomînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse