22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Facebook ji bo armancên têkiliyên civakî di sala 2004’an de ji aliyê Mark Zuckerberg ve hat damezrandin.Mark di sala 1984’an de çêdibe û tê dinyayê.Bavê wî diranker û diya wî jî psîkolog e. Mark bi saya îmkanên malbatê perwerdehiyeke baş distîne û zanîngeha Harvard’ê qazanc dike. Li Harvard’ê beşa programkirinê dixwîne.

Malpera wî ya yekemîn ku saz kiribû facemash.com e.Ev malper qîz û xortên popûler yên Harvard’ê dida naskirin.Mark piştî salekê danegeha zanîngehê bi rêbazên Hekkirinê hildiweşîne. Ji aliyê Rêveberiya Zanîngehê ve mehekê ji dibistanê tê dûrxistin.Mark vî cezayî wek neheqiyek dibîne û  ji dibistanê vediqete.Piştî berdana zaningehê Facebook’ê saz dike.Facebook malpera wî ya duyemîn e.

Facebook navê xwe ji peyva ‘’ paper facebooks’’ê girtiye.Paper Facebook formeke naskirinê ye ku li zanîngehên Amerîkayê tê tijîkirin.Bi vê formê mamoste xwendakarên xwe nas dikirin.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse