10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Felsefeya civaka demokratîk têkbirina Komploya 9’ê Cotmehê ye

Her diçe ev komplo kûrtir dibe. Ji lew re pêwîst e di serî de civaka Kurd û hemû mirovahiya azadîxwaz li hember van komployan hişyar bin û têbikoşin. Ji bo valaderxistina pergala komploger, divê têkoşîna civakê di asta herî bilind de bê meşandin.

Di her serdemeke dîrokî de yên mîna Dehaqan derketine. Bêguman Kawayên weke gulên berfînê serê xwe li hemberî zilma wan Dehaqan rakirine û civaka xwe parastine jî derketine holê. Rêber Apo jî bû Kawayê sedsala 20’emîn. Bû rizgarvanê civaka ku li ser jin û ciwanên wê hişmendiya kujeriyê û koletiyê hatibû ferzkirin. Ew bû parêzvanê civakên bindest ên Kurd, Êzidî, Elewî, Durzî, Suryan û Ermenan. Bû pêşengê xwişk-biratî û yekîtiya gelan. Komploya 9’ê Cotmehê li hember vê sekna bi heybet û bi bandor pêş ket. Di rastiyê de komplo li hember felsefeya civaka komînal û demokratîk bû. Ji ber hêza Rêber Apo ji hêza komplogeran mezintir bû, ew komploya ji milê gelek dewletên sermayedar û sudmend ve hatibû plankirin hat pûçkirin. Rêber Apo bi hêza aqilê xwe, hunera xwe ya siyasî û bîrdozî ew plan û komplo vala derxist, nehişt ku komploger bigihîjin armancên xwe.

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, dest pê kir ne komployeke ji rêzê bû. Komployeke di şexsê Rêberê Gelê Kurd de tenê neteweya Kurd armanc nekiribû. Wan komplogeran têkbirina Rojhilata Navîn û tevahî nirxên mirovahiyê kiribûn armanc. Ji lew re tevahî cîhanê dizanî ku hedefa esasî ya vê komploya bêbext a pêşengiya wê hemû hêzên hegemon, dewletên netewe û sermayeparêz dikin, ew bû ku perdeyek reş û tarî biavêjin ser tevahî mirovahiya azadîxwaz û demokratîkxwaz. Ji bo her kesî bixin bin banê hukimraniya xwe ya zalimperwer ev plangerî meşandin. Ya din ji ber felsefeya Rêber Apo felsefeyek cîhanî bû, dema komplo pêk hat, ji her çar aliyên cîhanê mirov rabûn ser piyan û bi tundî ew komplo şermezar kirin û bi yek dengî xwedî li Rêbertî derketin. Ji ber dîlgirtina Rêber Apo, wekî dilgirtina xwe dîtin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse