AVAVAŞÎN JÎNDA-ŞENGAL / DEMSAL WELAT — Bi boneya artêşbûna jina azad şervanên YJŞ’ê ragihandin ku artêşa jina azad li ser şehadeta fermandara mezin ya artêşa gerîla Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) hate avakirin.
- Endamên Yekîneyên Jin ên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera şehadeta Fermandara mezin ya artêşa jina azad Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) axivîn.
- Şervana YJŞ’ê Cîlan Qîranî anî ziman ku heval Bêrîtan ji bo hemû jinan bû hêrsek li hember hişmendiya serdest.
- Jinên Êzîdî diyar kirin ku ew ê tu caran vê xetê bernedin û dê li pey şopa fermandar Bêrîtan bimeşin.
Şervanên YJŞ’ê Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn
Endamên Yekîneyên Jin ên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera şehadeta Fermandara mezin ya artêşa jina azad Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş), têkildarî hem salvegera xwe hem jî şehadeta fermandara mezin ji ajansa me re axivîn. Ji şervanên YJŞ’ê Cîlan Qîranî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em nêzî salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan dibin. Ev ji bo me hem rojek bi êşe heman demê de rojek weke ronahiyeke. Ev roj ji bo me rojek pîroze. Em hevala Bêrîtan bi bîrtînin.”
‘Heval Bêrîtan ji bo me xetek e’
Cîlan Qîranî diyar kir ku Heval Bêrîtan gerîlayê salekê bû, lê ji bo hemû jinan bû hêrsek li hember hişmendiya serdest û got: “Heval Bêrîtan ji me re xete. Weke jinên Êzîdî em ji xwe re pêşeng dibînin. Emê li pey şopa wê bimeşin. Weke jinên Êzîdxanê li ser vê xetê xwe rêxistin dikin. Artêşbûna jin temsîla jiyana nû dike. Di şexsa jinan da em vê dibînin. Di cîhanê de tê dîtin jin piştgiriya xeta jina azad dike. Em bi fikrê Rêbertî gihiştin vê merheleyê. Weke jinên Êzîdî emê tu caran vê xetê bernedin. Emê destê xwe dirêjî tevahî jinan bikin. Em amadene jinan ji nava qirêjiyê derxînin.”
Pêşeroja Bûyeran
Şervana YJŞ’ê Cîlan Qîranî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Êzîdî ji fermanê heta niha xwe rêxistin kirine û wiha domand: “Jinên Êzîdî gelek êş kişandin. Gelek ji wan hîn aqû…
Çavkanî: Rojnews Kurmancî