QOBANÊ — Qehreman û şêrejina Kurd Roza Kobanê bû bersiva felsefî û leşkerî ya li dijî wê feraseta paşverû ya kujerên kastîk, ku wê bi wêrekiyeke mezin çeka xwe li dijî hovîtiyê bi kar anî.
- Roza Kobanê bû yek ji stûnên sereke û avakerên Tabûra Xweser a Şehîd Dîcle.
- Ew sala 2013’an tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû.
- Di demeke kurt de erka Konseya Leşkerî ya YPJ’ê wergirt.
Sembola rûmet û heybeta leşkerî
Di dîroka berxwedana gelan de şehadet ne tenê windabûneke fizîkî ye, veguherîna jiyaneke fedayî ya ber bi rûmeta herî bilind û nemiriyê ve ye. Hevrê û pêşeng Roza Kobanê, yek ji stûnên sereke û avakerên Tabûra Xweser a Şehîd Dîcle ye. Fermandar Roza Kobanê di rûpelên vê dîrokê de bû sembola vê rûmetê. Ew di nava hevalên xwe de bi bejn û bala xwe ya bilind, bi heybeta xwe ya leşkerî û bi rûyê xwe yê li ken ku tije hêviya azadiyê bû jî dihat naskirin. Di sekna wê de, çelengî û reseniyeke mîna şehbanûyan hebû ku bi heybet û xwedî mubadere bû.
Pêngava dîrokî ya sala 2013’an û pêşengiya YPJ’ê
Ew her tim serbilind û ji xwe bawer bû. Li hember jiyan, şoreş û hevaltiyê her dem bi berpirsyariyeke kûr û bi dilekî bêhesab ê fedayî tevdigeriya. Hevrê û pêşeng Roza, keça wêrek a gundê Eydaniyê yê li rojhilatê Kobanê bû ku cewherê axê diparast. Heval Roza sala 2013’an pêngava xwe ya dîrokî avêt û tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Tevî hîna sala wê ya yekem a tevlîbûnê temam nebibû jî di aliyê akademîk û teorîk de xwedî ramaneke pir kûr û di pratîkê de xwedî pêşengtiyeke ewqas xurt bû ku di demeke kurt de erka Konseya Leşkerî ya YPJ’ê wergirt. Ev yek nîşaneya herî mezin a hişmendiya wê ya milîtantî û vîna wê ya rêxistinî bû.
Pêşeroja Bûyeran
Di kêliyên herî zehmet ên dîrokî ji temenê şoreşê de û di nava Tabûra Şehîd Dîcle de, wê weke jin daxwaza azadiyê kir û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ku hebûna jinê û nirxên mirovahiyê hildiweşand, çeper girt, şerekî bêhempa raber kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî