22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku îsal cara 10’emîn tê lidarxistin, destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 10’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya ku her du sal carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) tê lidarxistin, îro bi pêşengehek wêneyan destpê kir.

Pêşengeh li parqa Şehîd Aryen Cûdî bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giştî şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Nûrê Hilalî daxuyaniya vekirina pêşengehê xwend.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse