31 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce ji bo nasandina şiyana jinan bûye derfetek

🔴 FLAŞ HABER

HELEBCE — ROJNEWS — Jinên ku bi berhemên baxçeyên xwe beşdarî Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê bûne, tekezî bi girîngiya parastina jîngehê, pêşxistina festîvalê wek derfetek bo nasandina berhemên navxweyî, nasandina şiyana jinan di warê hilberandin û karên wan kirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê ji bo nasandina şiyana jinan bûye derfeteke mezin.
  • Jin bi berhemên baxçeyên xwe, bi taybetî bi hinarên xwe beşdarî festîvalê bûne.
  • Festîval salê carekê tê lidarxistin û gelek mêvan ji deverên cuda yên Kurdistanê serdana wê dikin.

Derfeteke Mezin Ji Bo Hilberîna Xwezayî û Xwemalî

Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê, ligel nasandina hinar û berhemên din yên çandiniyê ji bo ku jin bikaribin behemên xwemalî yên baxçeyên xwe bifiroşin, her wiha şiyana xwe ya baxçevanî û hilberînê nîşan bidin, bûye derfeteke mezin. Ev festîval, roleke girîng di piştgirîkirina hilberîna navxweyî, naskirina şiyana jinan, parastina kevneşopî û çanda herêmê de dileyîze.

‘Jin bi berhemên baxçeyên xwe beşdarî festîvalê bûne’

Ji jinên ku beşdarî festîvalê bûye Lawên Şaxewan ji ajansa me re dîtinên xwe anî ziman û got; “Jin bi berhemên baxçeyên xwe, bi taybetî bi hinarên baxçeyên xwe beşdarî festîvalê bûne. Jin di rêvebirina dikanan de xwedî jêhatiyên başin. Her wiha jin dikarin cihê ku lê berhemên xwe difiroşin, paqij bigrin.” Lawên Şaxewan vê festîvalê ji bo jinan û hemû xelkê Helebceyê girîng dibîne, ji ber ku ev festîval salê carekê tê lidarxistin, gelek mêvan ji deverên cuda yên Kurdistanê serdana festîvalê dikin.

Pêşeroja Bûyeran

Lawên Şaxewan ji xwediyên dikanan xwest ku piştî qedandina karê xwe cihên xwe paqij bihêlin û nehêlin ku jîngeha festîvalê qirêj bibe û got; “Ji ber ku mêvan û geştiyarên ji çar aliyên Kurdistanê tên serdana festîvalê dikin lewra divê em p…”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse