Hate îdîakirin ku artêşa Îsraîlê 10’ê Cotmehê plan dikir ku bombebaraneke berfireh li dijî Îranê bide destpêkirin, lê belê ji ber nerazîbûna Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump plan hate betalkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Financial Times a Îngilîz, dihat pêşbînîkirin ku tundiya êrîşê ji operasyona meha Sibata borî hîn zêdetir be. Hate diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ji bo car din êrîşên berfireh li ser Îranê bên destpêkirin, zextê dike.
Hat ragihandin ku rayedarên Îsraîlê li ser esasê agahiyên nû yên îstixbaratî lîsteyeke hedefê ya nûkirî amade kiriye û di vê lîsteyê de binesaziyên sivîl jî yên ku di êrîşên serêsalê de nehatibûn hedefgirtin, hene. Nehat zelalkirin ku DYE wê rasterast tevlî operasyona muhtemel bibe yan na. Yek ji çavkaniyên ji rojnameyê re axivî, diyar kir ku îhtimal heye her du welat di hefteyên pêş de car din êrîşan bidin destpêkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî