14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Fransa xwe ji bo 17’ê Cotmehê amade dike

Tê plankirin ku 17’ê Cotmehê li Fransayê li dijî bihabûnê çalakî bêne lidarxistin. Vê yekê nîqaşa ‘Gelo tevgera Êlek Zer jinûve geş bû’ bi xwe re anî. Sendîkaya CGT û rêxistinên ciwanan jî ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.

Li Fransayê, li dijî bihabûna sotemeniyê û jiyanê, li ser medya dîjîtal ji bo 17’ê Cotmehê banga çalakiyan tê kirin. Nediyar e ku ev bang li seranserê welêt veguhere tevgereke girseyî yan na. Bangên ku dişibe tevgera Êlek Zer a Mijdara 2018’an rojên dawî piştgirî ji hin kesayetên sereke yên tevgerê jî wergirt.

Çalakgerê Êlek Zer Jérôme Rodrigues ku di xwepêşandaneke 2019’an de çavê xwe winda kir, anî ziman ku 17’ê Cotmehê divê zor û zehmetiyên jiyana rojane careke din bixe rojeva raya giştî.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse