26 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Gaziyan Şehîd Bêrîtan Bi Merasîmekê Bi Bîr Anîn

🔴 FLAŞ HABER

QAMIŞLO — Gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê fermandar û pêşenga azadiyê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 34. salvegera şehadeta wê de bi bîr anîn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê fermandar û pêşenga azadiyê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anîn.
  • Bi wesîleya 34. salvegera şehadeta pêşenga Tevgera Azadiyê şehîd Bêrîtan gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh merasîmeke bîranînê li dar xistin.
  • Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û bi belavkirina helawayê bi dawî bû.

Destpêka Merasîmê û Axaftinên Sereke

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre jî li ser navê gaziyan Bêrîtan Efrîn têkildarî jiyan û têkoşîna şoreşgerî ya şehîd Bêrîtan axivî. Bêrîtan Efrîn diyar kir ku wekî wê bi hezaran jinên azadîxwaz navê fermandar Bêrîtan li xwe kirin û got, “Em ê ti carî dest ji rêya heval Bêrîtan têde meşiya bernedin. Ev rê rêyeke ji bo azadî, wekhevî û mirovatiyê ye. Gelek hevalên me yên jin ên Kurd û Ereb ji jiyana heval Bêrîtan bandor bûn û ji bo azadiya gelan têkoşîn dikin. Em ê armanc û hêviyên şehîdên xwe ji sedî sed bînin cih.” Li dû axaftina Bêrîtan Efrîn sînevîzyona têkildarî jiyana şehîd Bêrîtan hat temaşekirin.

Nirxandinên Gaziyan û Rûhê Berxwedanê

Piştî sînevîzyonê jî ji gaziyên bi navê Qehreman Têkoşer û Zarîn Kobanê têkildarî şehîd Bêrîtan nirxandin kirin. Di nirxandinan de hat diyarkirin ku wê gazî her tim bi ruhê berxwedanê yê şehîd Bêrîtan li hember neheqiyan û xiyanetê têkoşîn bikin.

Pêşeroja Bûyeran

Merasîm bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Herî dawî jî helawa ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan hatibû çêkirin li gaziyan hat belavkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse