HEWLÊR — Çalakvan Simko Reşîd ragihand ku qurbaniyên ku vê gelî dayî ne ji bo wê bû ku niha bibin du rêveberî û got: “Em daxwaz dikin ku Parlamento ti gavek din ne avêje, ji ber ku her gavek din ku were avêtin dê bibe sedema kurbûna pirsgirêkan.”
- Roja 4’ê Mijdarê PDK’ê bi biryarek yekalî yekem runiştina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê destpê kir.
- YNK’ê vekişîna xwe ya ji hikûmetê ragihand û gefa avakirina hikûmetekê li Silêmaniyê kir.
- Hejmarek kesayetên ji Başûrê Kurdistanê bang li Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku pêngavek din neavêje.
Banga rawestandina pêngavan
Roja 4’ê Mijdarê PDK’ê bi biryarek yekalî yekem runiştina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê bêy beşdarbûna aliyên din destpê kir. Di beramber de jî YNK’ê vekişîna xwe ya ji hikûmetê ragihand û gefa avakirina hikûmetekê li Silêmaniyê kir. Piştî van geşedanan, hejmarek kesayetên ji beşên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku pêngavek din neavêje da ku pirsgirêk û nakokî kûrtir nebin. Têkildarî mijarê çalakvanê sivîl û yek ji îmzakarên daxuyaniyê, Simko Reşîd ji ajansa Rojnews’ê re axivî.
‘Ne destûr ne jî yasa heye ku kes wan lêpirsîn bike’
Simko Reşîd wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wek em hemû jî dizanin herêm di nava şer û pevçûnan re derbaz dibe û Kurd jî ji vê guherînê ne dûrin. Divê ev jî bê zanîn ku statû û navek Kurdan li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê deng vedaye. Lê em dibînin du sale hilbijartin hatiye kirin û parlamento nehatiye çalakkirin, ti lihevkirinek di navbera aliyan de nehate çêkirin. Tevî vê her du hizbên desthilatdar keyfxweşin ku ev rewş wiha bimîne. Ji ber ku ne destûr ne jî yasa heye, kes lêpirsîn jî li gel wan nake.”
‘Bi şerê pere, post û berjewendiyên hizbayetiyê ve mijûlin’
Li ser xebatên hikûmeta demborî Simko Reşîd got: “Ev hikûmet wekî din…”
Pêşeroja Bûyeran
Çalakvanên Başûrê Kurdistanê hişyariyê didin ku her gaveke nexuya û yekalî dikare qeyran û pirsgirêkan li herêmê kûrtir bike û daxwaza yekîtiyê dikin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî