22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

Girtiyê 30 salan Kenan Altûn ê ku hat berdan got: “Heke em 24 saetên xwe ji bo azadiya Rêber Apo nexebitin, em nikarin encamekê bi dest bixin. Divê em 24 saetan têkoşîn bikin.”

Girtiyê 30 salan Kenan Altûn ji Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L a Hejmar 1 tehliye bû.

Altûn ê ku li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin, wiha got: “Piştî 30 salan em derketin, lê Rêber Apo hê jî di hundir de ye. Heke em 24 saetên xwe ji bo azadiya Rêber Apo nedin, em nikarin encamekê bistînin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse