Pirtûkeke nû ya erdnîgarî û dîrokî careke din nasname û hebûna kûr a Kurdan a li Girên Golanê û derdora Şamê tîne rojevê.
Li gorî lêkoler û pisporê felsefeya dîrokê Dr. Îsmaîl Hesaf, beriya Şerê Şeş Rojan ê sala 1967an, li herêma Golanê 164 gundên Kurdan hebûn û rûberekî gelekî mezin ê zeviyên çandiniyê di destê Kurdan de bû.
Çapa nû ya pirtûka “Golan: Vekolîneke li ser Cografyaya Herêmî” ya Edîb Silêman Bax, belgeyên girîng ên li ser rewşa demografî û aborî ya Kurdên Golanê eşkere dike.
Çavkanî: Çandname