2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana çalakiya Dayikên Aştiyê

📰 KAPSAMLI RAPOR

ENQERE — Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn serdana nobeda Dayikên Aştiyê ya ku li Parka Kurtuluş a Enqereyê tê domandin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn serdana nobeda Dayikên Aştiyê ya li Parka Kurtuluş a Enqereyê.
  • Çalakî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat destpêkirin.
  • Di serdanê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Cîgirê Hevserokên Giştî Mehmet Ruştu Tîryakî û Mahfuz Guleryuz jî cih girtin.

Serdaneke berfireh ji bo piştgiriya Dayikên Aştiyê

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn serdana nobeda Dayikên Aştiyê ya ku bi daxwaza Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk werin avêtin li Parqa Kurtuluşê dane destpêkirin. Di serdanê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsyar jî cih girtin. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk jî ji bo piştgiriyê tevlî nobeda dayikan bûn.

Dayikên Aştiyê: Azadiya Rêbertî dê her tiştî çareser bike

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li cihê nobedê bi Dayikên Aştiyê re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de destpêkê Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan axivî, bi lêv kir ku ew ji bo aştiyê hatine li Enqereyê û ji bo serdanê spasiya hevserokan û girseyê kir. Dayika Aştiyê Nezahat Tekke bi lêv kir ku dewletê gavên pêwîst ji bo pêşketina pêvajoyê neavêtine û wiha got: “Bi salan me êşên mezin kişandin. Em ê li vir ji bo aştiyê nobedê bigirin. Em ê serdana partiyên siyasî jî bikin û daxwaza xwe bînin ziman. Hêviya me ew e ku em li vir encamekê bigirin. Girtiyên nexweş û hemû girtî bên berdan. Muzakerevanê serekê yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye. Daxwaza me ya sereke azadiya Serokatî ye. Rêbertî azad bibe her tişt dê çareser bibe.”

Pêşeroja Bûyeran

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ji bo xurtkirina têkoşîna aştiyê û piştgiriya daxwazên rewa yên Dayikên Aştiyê li qadê ne û ew ê heta dawiyê li gel têkoşîna wan bin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse