Li gorî anketa Toluna-Harris Interactiveyê, Marine Le Pen ê rastgirê radîkal di tûra yekemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên 2027’an de ji sedî 35-37’ê dengan distîne û li pêş xuya dike. Jean-Luc Melenchon ê çepgir jî ji tûra duyemîn re dimîne.
Tê dîtin ku nûçeyên Mediapart ên derbarê Jordan Bardella de bandorê li dengên Marine Le Pen nake. Li gorî lêkolîna Mediapartê, di peyamên ciwaniyê yên serokê partiya rastgir a radîkal Jordan Bardella yên di sala 2013’yan de îfadeyên antîsemîtîk û komployê cih digirin.
Li gorî anketa Toluna-Harris Interactiveyê, dibe ku namzetê partiya rastgir a radîkal a Yekîtiya Neteweyî (RN) Le Pen di tûra yekemîn de ji sedî 35-37’ê dengan bistîne.
Çavkanî: ANF Kurmancî