Hûsiyan bi mûşekekê êriş bire ser Koşka Serokatiyê ya El Meaşîq a Edenê. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 4 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.
Li gorî AFP‘ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên di nava hikumetê de, Hûsiyan bi mûşekekê êrişî Koşka Serokatiyê ya El Meaşîq a bajarê Edenê yê başûrê Yemenê kir, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.
Şêniyan diyar kir ku dengê teqînên xurt li bajêr hat bihîstin û dûman ji derdora koşkê rabû.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî