Hûsiyan topek avêt bajarê Necranê yê Erebistana Siûdî. Di encamê de 6 kes birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.
Dezgeha Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û ragihand ku li bajarê Necranê yê başûrê welêt topek li qada niştecihan ket, di encamê de 6 kes birîndar bûn û zerar li 3 malan û 3 wesayîtan bûne.
Dezgehê destnîşan kir ku top ji aliyê Hûsiyan ve hatiye avêtin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî