12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li 11 bajarên Tirkiye û Kurdistanê daxuyanî da û xwest ku girtiyê nexweş Celal Yildirim ê krîza dil derbas kir û hemû girtiyên nexweş bên berdan.

ÎHD ji bo bal bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê tê ragirtin li Amed, Wan, Êlih, Dersim, Dîlok, Riha, Sêrt, Mersîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku Yildirim ê 2’yê Cotmehê krîza dil derbas kir, rakirine nexweşxaneyê û bi anjiyoyê du demarên dilê wî hatin vekirin. Hate destnîşankirin ku tedawiya Yildirim didome û her wiha nexweşiyên şekir, tansiyon û fitikê jî pê re hene.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse