18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di civîna gel a Êlihê de destnîşankirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û avakirina aştiya mayînde, yekîtiya di navbera Kurdan de were xurtkirin.

Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî kuştinên jinan, fihûş, tiryak, madeyên hişbirê û sepanên şerê taybet yên bi armanca rizandina civakê tên sepandin li Eywana Dawetê ya Rozayê ya li taxa Pazaryerî ya Êlihê civîna gel li dar xist. Berdevkên Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes beşdarî bûn. Li eywana ku civîn hat lidarxistin, pankarta, ‘Bi hişmendiya yekîtiya neteweyî, em ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê tên cem hev’ hat daliqandin. Kesên li eywanê amade bûn ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê bername destpê kir.

Berdevka Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser pirsgirêkên di salan dawî de li nav civakê rû didin û wiha axivî: “Di va salên dawî de em dibînin hem ciwanên me hem jî civaka me di demên nexweş re derbas dibin. Her roj ji ber sedema malê dinyayê, kuştin, şer û pevçûn derdikevin. Ev tişt gelek dilê me diêşîne. Bi hezar salan bû em li ser axa xwe hatin tunekirin û tune hesibandin. Me berdêlên herî mezin û giran dan. Ji bo ku em bên nasîn û hebûna xwe bidin qebûlkirin me bi deh hezaran ciwan winda kir. Îro hemû cîhan berxwedana Kurdan dizane. Weke rojavayê Kurdistanê ew berxwedan bûye mînak. Ew berxwedan jî bi pêşengiya jinên Kurd derket holê. Tevî ku ew qas berdêlên giran hatine dayîn dîsa jî gelê Kurd qala aştiyê dike. Em niha jî qala pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin. Lê ew ê aştiyeke mayînde û birumet û civakeke demokratîk çawa pêk bê? Hewceye em Kurd pêşî nîqaşa vê yekê û rêbaza vê yekê pêk bîne. Em qala pêvajo û aştiyê dikin û em dibêjin; ‘Em ê bi dewletê re aştiyek pêk bînin.’ Lê me hê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser nekirine. Divê em pêşî bi wan re eleqedar bibin. Heta ku em aştiyeke mayînde û naxweyî ava nekin, em nikarin qala aştiyê bikin. Ne tenê li Êlihê, bi salan e li gelek bajaran me buyerên nebaş diqewimin û ev bûyer gelek xusarê didin civaka me.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse