19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Iraq: Zêdetirî 32 hezar karkerên biyanî hatine dersînorkirin

Wezareta Karên Hindir ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya girtina kesên biyanî û binpêkeran de, zêdetirî 32 hezar karkerên biyanî hatine dersînorkirin.

Wezareta Karên Hindir ya Iraqê rêkarên xwe yên yasayî û rêxistinî ji bo rûbirûbûna binpêkerên mercên rûniştinê tundtir kirine û eşkere kir ku ji destpêka serê salê ve zêdetirî 32 hezar welatiyên biyanî yên binpêker ji welat derxistine.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Fermî yê Wezareta Karên Hindir Eqîd Mihemed Elî Hesûn di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezaret bi rêya Rêveberiya Koç û Koçberan û Rûniştinê û aliyên peywendîdar, ji bo kontrolkirina hatina kesên biyanî li nav Iraqê û bicihanîna serweriya yasa û ewlehiya neteweyî, di şopandinên xwe de berdewame.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse