6 Kasım 2026, Cuma
Nûçe

Ji ber giranbûna li bazarê barê dayîkan girantir bûye

🔴 FLAŞ HABER

SÛLWÊMANÎ — PERÊZ REMEZAN / ROJNEWS — Qeyrana aborî û bilindbûna nirxê dolar li Herêma Kurdistanê bargiraniyek mezin li ser milê jinan çêkiriye, bi taybetî ji bo peydakirina pêdawîstiyên zarokên şîrxwer ji bo dayîkan bûye zextek aborî û derûniyek berdewam.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Ji sedî 88’ê jinan ji ber zehmetiyên peydakirina pêdawîstiyên nava malê bi nexweşiyên derûnî ketine.
  • Ji sedî 87’ê jinan neçarin bi temamî dest ji xerciyên xwe yên kesî berdin.
  • Helebce û Silêmanî di rêza pêş ya wan bajaran de ne ku di gelek aliyên jiyanî û aborî de ziyan dîtine.

Bargiraniya nehevseng a li ser jinan

Bandorên qeyrana aborî û bilindbûna nirxê dolar ya li Herêma Kurdistanê, bargiraniyek nehevseng li ser jinan çêkiriye. Ji berku berpirsyartiya rêvebirina karûbarên nava malê û peydakirina pêdawîstiyên malbat û zarokan zêdetir ketiye ser milê jinan.

Li gor lêkolîna Encûmena Bilind a Jinan û Pêşketinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji sedî 88’ê jinan ji ber zehmetiyên peydakirina pêdawîstiyên nava malê bi nexweşiyên derûnî ketine. Li beramber de rêjeya zehmetiyan ji bo mêran ji sedî 80’ê ye. Her wiha ji sedî 87’ê jinan neçarin bi temamî dest ji xerciyên xwe yên kesî berdin daku bikarin pêdawîstiyên malbatî û zarokên xwe peyda bikin. Li beramber de jî ji sedî 81’ê mêran neçarin dest ji xerciyên xwe yên kesî berdin.

Li gor deveran jî Helebce û Silêmanî di rêza pêş ya wan bajaran de ye ku di gelek aliyên jiyanî û aborî de ziyan dîtine.

Dibin siya krîza aborî de peydakirina pêdawîstiyên zarokan

Hêlîn Fuad dayîka du zarokên biçûke ku yek ji wan şîr dixwe, diyar kir ku giranbûna pêdawîstiyên zarokan zexteke zêde ya aborî xistiye li ser malbata wê.

Hêlîn got: “Niha pêdawîstiyên zarokan gelek giran bûne. Bi taybetî şîr, berê me qotiya şîrê zaroka min ya biçûk bi 5 hezar dînar digirt.”

Pêşeroja Bûyeran

Qeyrana aborî û bilindbûna nirxê dolar li Herêma Kurdistanê bandorên xwe yên neyînî li ser hemû qadên jiyanê didomîne, û di serî de jin û zarok, hemû malbat di bin zexteke giran a aborî û derûnî de ne.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse