22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

Berdana girtiyê siyasî Alî Adiman ê ku li Girtîgeha Boluyê ya Tîpa F’yê tê girtin, ji ber ku di daxwaznameya ji Wezareta Edaletê re şandî de peyva “Birêz Ocalan” bi kar aniye, 6 sal hat paşxistin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, di pêşniyarpirsên ku daxwaz kir Wezîrê Edaletê Akîn Gurlek bibersivîne de diyar kir ku li girtîgehan mafê azadiya îfadeyê û mafê daxwaznameyê yên girtiyên siyasî bi rêya cezayên dîsîplînê tên binpêkirin.

Di pêşniyarpirsa hatî amadekirin de hat gotin ku cezayên dîsîplînê yên hucreyê ku ji ber bikaranîna peyva “Birêz Ocalan” di daxwaznameyên ji Wezaretê re hatine şandin de li Alî Adiman hatine birîn, wekî hincet ji bo paşxistina berdana wî ya 6 salan hatine nîşandan.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse