11 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Ji bo Başûr Hikumeta Yekîtiya Demokratîk çima pêwîste?

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

SLÊMANÎ — HÎWA HEMRÎNÎ-ROJNEWS: Eger li Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna hemû hêzên siyasî Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk bê avakirin, dê hem qeyrana siyasî were çareserkirin hem jî bi yekparebûna li gel Şengal, Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê statuya Herêma Kurdistanê were xurtkirin û parastin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Bi Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk re dê qeyrana siyasî were çareserkirin û statuya Herêma Kurdistanê were parastin.
  • Encamên hilbijartinên Îsraîl û DYA’yê û bandora wan a li ser Şerê Cîhanî yê 3’emîn li Rojhilata Navîn tên nîqaşkirin.
  • Gava yekalî ya PDK’ê ya komkirina Parlamena Herêma Kurdistanê bû sedema helwesteke cidî ya YNK’ê.

Bandora Şerê Cîhanî yê 3’emîn û Pêşketinên Herêmî

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê herkes li benda encamên hilbijartinên li Îsraîl û DYA’yê bûn; niha jî bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin ku ev encam dê bandoreke çawa li ser Şerê Cîhanî yê 3’emîn ê li Rojhilata Navîn bikin û ya herî girîng dê çi bê serê Îranê. Bêguman ev hemû nîqaş rasterast Kurdistanê, ku di navenda vî şerî de ye, eleqedar dikin. Ji niha ve jî bandorên vê yekê li her çar parçeyên Kurdistanê tên dîtin.

Pêngava PDK’ê û Helwesta YNK’ê

Bo mînak, herkes hewl dide pêngava PDK’ê ya komkirina Parlamena Herêma Kurdistanê fam bike. Rêbertiya YNK’ê jî li dijî vê gava yekalî ya PDK’ê helwesteke siyasî ya cidî nîşan da. Weke encam, vê gava PDK’ê ku bi îdiaya “peydakirina îstiqrara siyasî û xebitandina hikûmetê li Herêma Kurdistanê” avêt, berevajî armanca xwe bû sedema encamekê ku statuya Herêma Kurdistanê zêdetir xist ber nîqaşê; PDK jî di bin zexta raya giştî ya neteweyî ya Kurd de neçar ma ku peyamên çareserkirina vê qeyranê bide.

Pêşeroja Bûyeran

Bê guman aliyên rojane yên vê qeyrana li Başûrê Kurdistanê hene û pêwendiya vê qeyranê bi Şerê Cîhanî yê 3’emîn re heye. Lê belê di bingeh de xwediyê taybetmendiyên stratejîk ên kûrtir e ku çawaniya hebûna Kurd û Kurdistanê ya di sedsala 21’an de diyar dike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse