14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Ji bo geşepêdan û xizmetgûzariyê Çemçemalê, forumek hate lidarxistin

Li Çeçemal di forumekê de pirsgirêk û astengiyên Çemçemalê û pêngavên ji bo rênedana dubarebûna lehiya sala borî hatin nirxandin, her wiha rênîşandanên derketîn pêş wê pêşkêşî Komîsyona Geşepêdana Çemçemalê bên kirin.

Têkildarî pirsgirêk û astengiyên li Çemçemalê, li hola Serokatiya Zanîngeha Çermû ya li navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, forumek bi sernavê ‘Nexşerêyek Ber bi Asoya Xizmetguzarî û Avakirina Çemçemalê’ hate lidarxistin.

Derbarê karên Komîsyona Hawarçûn û Geşepêdana Çemçemalê ku yek ji mijarên forumê bû, Cîgirê Serokê Komîsyonê Omer Heme Reşîd ji Rojnewsê axivî û got: “Armanca avakirina Komîsyona Geşepêdan û Xizmetguzariyê ya Çemçemalê, geşepêdan û asayîkirina rewşa jiyana xelkê Çemçemalê bû. Komîsyon heta niha jî berdewame û îro di vê forumê de me behsa kar û xebatên komîsyonê kir. Ev cûre forum giringin ji ber ku li vir behsa pirsgirêk, astengî û çareseriyan tê kirin. Çi rênîşandanên vê forumê yên têkildarî komîsyonê hebin, emê şopandinê ji bo wan bikin û bi cih bînin.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse