REWANDUZ — Welatiyê bi navê Salih Akoyî yê xelkê Rewanduzê ye, ji ber heskirina xwe ya ji parastina çanda Kurdî re, xwediyê gelek eşyayên kevnarî yên kurdewarî û dîrokî ye.
- Salih Akoyî xelkê bajaroka Rewanduz a ser bi îdaraya Sorane ye.
- Hin ji wan parçeyan dîroka wan digihe bi sedan sal.
- Salih Akoyî amade ye tevayî kelûpelan radestî hikûmetê bike.
Eşyayên jiyana rojane diparêze
Salih Akoyî xelkê bajaroka Rewanduz a ser bi îdaraya Sorane ye, ji ber heskirina ji çand û kelepura Kurdî re, gelek eşyayên jiyana rojane yên berê li cem xwe parastiye. Hin ji wan parçeyan dîroka wan digihe bi sedan sal.
Salih Akoyî li ser parastina eşyayên berê got: “Ev kelûpel bi dehan salin ji aliyê min ve têne parastin. Demek dirêje mîna hevrêyek li gel minin û ez wan diparêzim. Armanca min ya sereke ewe ku ev kelûpel bi resentiya xwe ve bimînin daku nifşê nû bi rêya wan dîroka xwe bizanin.”
Mala xwe kiriye mûzexaneyek Kurdî
Di dewama axaftina xwe de Salih Akoyî got: “Ji bo parastina dîrok û resentiya gelê me ji tinebûn û windabûnê, min mala xwe kiriye mûzexaneyek Kurdî, ji bilî nîşandana van hemû kelûpelan, min gelek parçeyên din yên dîrokî jî parastiye. Daku rojane serdanker şarezayê jiyan û çanda berê bibin.”
Pêşeroja Bûyeran
Her wiha Salih Akoyî diyar kir ku ger ew bizane wê hikûmet mûzexaneyek guncaw ji kelûpelên wî re çêke, ew amade ye tevayî wan kelûpelan radestî hikûmetê bike. Salih got: “Ez amademe tevayî kelûpelan radest bikim û di wê mûzexaneyê de bê nîşandan. Daku ne tenê serdankerên mala min, belkû tevayî geştiyar û mêvan bikarin dîrok û kelepûra resen a bajarê me bibin bibînin.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî