12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê li Xozat û Tatosê civînên gel li dar xistin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê bi şîara ‘’Em ê soz aşitiyê bi gel re ava dikin’’ li Xozatê civîna gel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civînê de axivî û got ku divê nasname û zimanê Kurdan werin naskirin, pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin û girtiyên siyasî werin berdan.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bang kir ku divê hemû beşên civakê beşdarî pêavjoyê bibin, bal kişand ser girîngiya avakirina zemîna hiqûqî ya piştî berdana çekan û ev yek anîn ziman: ‘’Ji vê serdemê re dibêjin ku li gel AKP’ê tifaqê dikin û zirarê didin pêvajoyê. Navê tifaqa ku wê were kirin ji bilî tifaqa aşitiyê ne tiştekî din e. Bi israr dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Em ê sedsala nû bi hev re ava bikin û em ê bi hev re bijîn.’’

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse