21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

Fîlozofa Hindistanî û bîrewera postkolonyal Gayatri Chakravorty Spivak piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji Rêber Apo re nameyek şand.

Teorîsyen û fîlozofa Hindistanî Gayatri Chakravorty Spivak diyar kir ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji Rêber Apo re nameyek şand. Nameya Spivak ji Heyeta Îmraliyê re hate şandin.

Gayatri Spivak di nameya xwe de anî ziman ku tevî şert û mercên rehîngirtina Rêber Apo ya ku bi salên dirêj e berdewam dike jî ew ji xweragiriya Rêber Apo bandor bûye û got ku ew banga Rêber Apo ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî girîng dibîne. Gayatri Spivak diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê îhtimala azadiya Rêber Apo xurt dike û destnîşan kir ku meseleye rastîn ew e ku wê civakeke demokratîk çawa were avakirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse