Li ser navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin û şehîdên ku li dijî komployê “xeleka ji agir” pêk anîn hatin bibîranîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser navê girtiyên Apoyî hat dayîn de wiha hat gotin: “Bi komploya navneteweyî ya ku bi destê dewletên ku wekî hêza pêşeng a modernîteya kapîtalîst tên zanîn hat amadekirin re hat armanckirin ku hemû nirxên Kurdîtiyê ji holê rakin.”
“Ji bilî Rêbertiyê ti kes kesî nedikarî mantiqê komploya navneteweyî ya ku vîna sîstematîk a hişmendiya Kurdê azad û demokratîk di qirkirinê re derbas dike, fêm bike û çareser bike.
Çavkanî: ANF Kurmancî