Eger desthilatdairya AKP’ê helwesta xwe ya heya niha bidomîne ev yek wê nîşan bide ku biryardariya wê ya pêşxistina pêvajoyê tune ye. Ji ber ku meh û sal derbas dibin, lê belê di şert û mercên ku pirsgirêka Kurd û şer derxistine holê de guhertinek çênabe.
Şer û pevçûnên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ev du sal rawestiyane. PKK’ê xwe fesix kir û biryar da ku têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî bike. PKK’ya ku xwe fesix kir, di salên 2025 û 2026’an de pêngavên gelekî girîng standin. Hemû ev pêngav ji bo siyasetkirina azad û demokratîk û çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd avêtin. Em ji daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê ya di 8’ê Cotmehê de fêm dikin ku ji bijî hevdîtina çend mehan carekê dide kirin dewleta Tirk tu pêngav neavêtine. A rastî Rêveberiya Tevgerê ev rastiya ku em jî dibînin bi zimanekî nazikî hişyarî daye. Hatiye diyarkirin ku piştî pêngavên girîng ên avêtine tu hincetên dewleta Tirk ên têkildarî pêngavavêtinê nemane.
Rêveberiya Tevgerê got ku divê Rêbertiya me azad bibe û tavilê yasayên azadiyên yên ku bi awayekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bikin, werin derxistin. Bi awayekî taybet diyar kir ku ger dewleta Tirk van pêngavên ku vê îradeyê nîşan dide neavêje ew ê vê yekê weke daxwaza domandina polîtîkayên xwe yên berê fêm bike. Rêveberiya Tevgerê nîşan da ku ger dewleta Tirk pêngavan neavêje û dîsa bibêje bêyî beramber van pêngavan biavêje ew ê vê yekê cidî negirin. Îfadeyeke weke ku ger dewlet pêngavan neavêje ev yek di nava xwe de armanceke cuda dihewîne jî bi kar anî. Dewletê helwesteke ku tim dibêje vê û wê pêngavê biavêjin, nîşan daye. Tê fêmkirin ku têkildarî niyeta dewleta Tirk de hin gumanên Rêveberiya Tevgerê hene. Bi kurtasî gotine ku em dixwazin pêvajoyê pêş bxin lê belê dewlet nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan nade.
Çavkanî: ANF Kurmancî