Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a li Başûrê Kurdistanê ragihand ku serkeftina aştî û felsefeya civaka demokratîk, komplo û tecrîdê têk dibe û got: “Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê bê navber wekî her demê xebat û çalakiyên xwe bidomînin.”
Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a li Başûrê Kurdistanê bi boneya 28’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêber Apo hatibû kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî ramanwerê Kurd Rêber Apo, ne tenê rûdaneke siyasî yan jî derbeyeke li dijî rêxistineke siyasî bû, berevajî vê êrişeke sîstematîk û cîhanbînî ya desthilatdariya hegemonîk a kapîtalîst û dewleta faşîst bû ku li dijî vîna azadîxwaz a mirovahiyê û hewldanek ji bo desteserkirina biryara azad a neteweya Kurd bû.
Çavkanî: ANF Kurmancî