Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê nameyek ji Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) re şand ku encamekî wê ye û jê xwest, ku di mijara azadiya Ocalan de israr bike û di pêvajoya aştiyê de bi rola garantoriyê rabe.
- Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ku sala 1937’an ava bûye, nameyek ji Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) re şand.
- Di nameyê de hat xwestin ku FIDH di mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de israr bike û di pêvajoya aştiyê de bi rola garantoriyê rabe.
- Hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan 27 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve girtî tê hiştin û di 77 saliya xwe de ji mafê hêviyê bêpar e.
Serlêdana Ji Bo FIDH’ê
Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ku sala 1937’an ava bû û li qada mafên mirovan û edaletê xwedî dîrokeke kûr û girîng e, ji Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) re nameyek şand ku endamê wê ye. Di nameyê de ji FIDH’ê hate xwestin, ku di mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de israr bike û di pêvajoya aştiyê de bi rola garantoriyê rabe.
Şert û Mercên Girtîgehê û Tecrîd
Em ji we re li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinivîsînin ku 27 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve girtî tê hiştin. Wî piraniya vê demê di hucreya yek kesî de derbas kir. Bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku vegera jê nîne, tê ragirtin û di 77 saliya xwe de ji mafê hêviyê jî bêpar tê hiştin.
Pêwîstiya Azadiyê Di Pêvajoya Nû De
Em zanin ku federasyonê ev mijar gelek caran xistiye rojevê, Abdullah Ocalan weke girtiyekî siyasî nas kiriye û daxwaza azadiya wî kiriye. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku li gorî mercên siyasî yên hatine guhertin, ku îhtimala pêkhatina aştiyê xuya dike, ev yek dikare firsendên kêrhatî ji bo gelê Kurd û gelên din ên li herêmê biafirîne, derfetên berdana Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê hene, ev daxwaz niha hîn girîng û jiyanî ye. Rapor hene ku ji bo xweşbîniyê hincetan pêşkêşî me dikin.
Pêşeroja Bûyeran
Ji ber vê yekê, di halê hazir de em yeqîn dikin ku dewamkirina piştevaniyê û israra li ser daxawza azadiyê pêwîstî ye. Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî -bi pre
Çavkanî: ANF Kurmancî