23 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

TUHAY-DER û OHD’ê têkildarî rewşa girtiyan a li girtîgehên Riha û Osmaniyeyê raporek eşkere kir û ragihand ku ji 25 girtiyên nexweş divê 15 ji wan di çarçoveya nexweşiya giran de bêne nirxandin.

TUHAY-DER û OHD’ê têkildarî rewşa girtiyan a li girtîgehên Riha û Osmaniyeyê raporek eşkere kir û ragihand ku ji 25 girtiyên nexweş divê 15 ji wan di çarçoveya nexweşiya giran de bêne nirxandin.

Nûnertiya Rihayê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Şaxê Rihayê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi daxuyaniyekî rapora xwe ya li ser girtîgehan eşkere kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ê civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyani ji aliyê Hevseroka TUHAY-DER a Rihayê Ayla Ozdemîr Varli ve hat xwendin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse