20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku wê şehadeta 157 şehîdên din ên Têkoşîna Azadiyê bê ragihandin û got, têkoşîna ku bi pêşengiya şehîdên qehreman hate meşandin li Kuridstanê destketiyên mezin afirand.

Nirxandina Endamê Fermandariyê ya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan a têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:

“Weke tê zanîn di salên dawiyê de li ser me êrişên pir mezin çêbûn. Bi taybetî 10 salên dawî dewleta Tirk bi her cûreyî û bi teknolojiya serdemê, bi çekên modern li ser me êrişen pir berfireh meşand. Heta çekên qedexe, kîmyasal li gelek deveran bi kar anî. Armanca wan gerîlayên azadiya Kurdistanê tine bikin û piştre jî destketiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê ji holê rakin. Û careke din destketiyên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê di bin zextê bikin. Ango wisa êrişeke di şexsê gerîla de li hemberî destketiyên gelê me bû. Li Îmraliyê tecrîd giran kirin. Û li çiyayên Kurdistanê jî êriş mezin û berfireh kirin. Li hemberî van êrişên dewleta Tirkiyeyê Rêber Apo li Îmraliyê gav paşve navêt, li ber xwe da. Û gerîla jî li serê çiyê berxwedaneke dîrokî lidar xist. Di dîroka gelê Kurdistanê de yekemcar e pênc salan li ser hev di heman sengerê de berxwedan bi pêş ketiye. Ango dewletê bi hemû çekên xwe, bi hemû hêza xwe nikarîbû ji destê gerîla bigirta. Keç û xortên Kurd berxwedaneke wisa dîrokî lidar xist. Nîşaneya xwe Metîna ye. Binihêrin, Metîna niha bi diyalogê me beriya niha bi demekê hêzên xwe ji wir kişand. Lê belê wan 17’ê Nîsana 2021’ê êriş li ser Metînayê birêxistin ji bo dagir bikin. Lê belê fedaiyên vî welatî, ev egîdên qehreman rê nedan dagir bikin. Berxwedaneke wisa mezin, dîrokî ku qet di dîroka gelê me de pêk nehatiye bi pêş ket. Li ser wê esasê dewleta Tirkiyeyê di Metîna de, di Zapê de û li gelek deverên din hat xetimandin. Û ji bo wê ev pêvajo niha destpê kir. Nexwe çi hewce didîtin ku bangî Rêber Apo bikin û bi Kurdan re diyalogê bikin. Wan dixwest ji holê rakin. Lê ev egîdên qehreman rê nedan vê. Şehîdên me rê nedan vê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse